Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Navên endamên Navenda Biryardanê yên YNK ê

Yekîtî Media 2/9/2016

cêgirên sikirtêr ê giştî û hijmarek ji endam ên mekteb a sîyasî û endam ên serkirdatî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê bi belvkirin a ragehandinekê , balek a nû bi nav ê navend a biryar a YNKyê ragehandin.

Li gor zanyarîyan ew serkirde evin: Rizgar Elî, Barzan Kurde, Mamosta Celal, Mehemed Wetman, Şêx Mehemed Sergeloyî, Kosret Resûl, Berhem Salih, Mamosta Bekir Mistefa, Ednan HemeMîna, Îsmayîl Mehmûd, Hamid Xalî, Şalaw Elî Eskerî, Şalaw Kosret Resûl, Hakim Qadir, Nermîn Ûsman, Rêwaz Fayeq, Derbaz Kosret resûl,  Ceifer Şêx Mistefa, Cemîl Hewramî, Mistefa Çawreş û Azad Cundîyanî.

Çavkanîyek nêzîk ji Mekteb a sîyasî ya YNKyê, ragehand ku biryar bû navê evê balê mînber be.

Her li gor zanyarîyan, takrewî di biryardanê di nav YNKyê de, ev hewl carek a dî nû kir daku ev navend bihê ragehandin.

Yek ji hokar ên ragehandin a evê bal a nû, çawanî ya rêveçûn a rêkkevtin a Gorran û YNKyê ye, ku gilî û gazind ên mezin ji alî yê serkirdatî ya hizbê durist bû, bi taybet gelek kes ji serkirdatî ya YNKyê naxwazin Newşîrwan Mistefa destbala be bi ser YNKyê re.

Ewê çavkanîyê behs a wê yekê dike  ku Îranê gelek hewl daye ragehandin a evê balê bihê bi dawîxistin û heya dawîyê jî hewl ên Îranê berdewam bûye.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button