Nauert : hikûmeta Sûriyê di ber êrîşa Dûmayê de berpirs e

Yekîtî Media
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ku hikûmeta Sûriyê di ber êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Dûmayê de berpirs e.
Heather Nauert di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em û hevpeymanên xwe gihiştine wê baweriyê ku hikûmeta Sûriyê di ber êrîşa Dûmayê de berpirs e.”
Heather Nauert got, ku Îran û Rûsyayê jî berjewendiyên Sûriyê naxwazin.
Ji aliyê din ve, Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew piştrast in êrîşa li Dûmayê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatiye kirin.
Sanders diyar kir, ku berpirsiyariya Rûsyayê jî di wê êrîşê de heye.

You might also like

Comments are closed.