Break newsNûçeslide

Nasnameya termê ku li gundewarê Girkêlegê hat dîtin diyarbû

Yekîtî Media 20/2/2017

Doh yekşemê, nasnameya termê ku roja şemê li gundewarê Girkêlegê hat dîtin diyarbû.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand, ku ew termê yê ciwanê bi navê Mihemed Seîd Şêwêş e, ji xelkên gundê Dêrû Kevnik ya girêdayî devera Aliyan li gundewarê bajarokê Çilaxa.

Herweha nûçegihanê Yekîtî Media got , ku termê wî ciwanî hat radestekirin jibo malbata wî û li gundê wan hat xaksipartin bêyî ku nasnameya kujeran bê diyarkirin.

Tê zanîn ku Mihemed Seîd Şiwêş ji malbata Mirîye sala 2000 jidayik bûye, û li dikaneke pîşesaziyê li Rimêlan kar dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button