Break newsRagehandinslide

Nameya Talebanî bo serok Barzanî: Heta hebim dê bi malbata Barzanî re dost û hevxebat bim

Yekîtî Media 10/5/2017

Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokê Berê yê Iraqê Celal Talebanî dawî biyara xwe bi riya nameyekê bo Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand.

Dîroka nameyê vedigere 19 Tebaxa 2012an ku di wê demê de Celal Talebanî Serokê Iraqê bû û ew name li Berlîna Almanyayê û bi dest nivîsiye.

Talebanî di nameyê de gotiye, “Biracan, biryara dawî di jiyana min de ew e ku heta hebim ligel malbata Barzanî dost û hevxebat bim û aşt bim.”

Di beşeke din bi Mesûd Barzanî ragihandiye: “Dema gotinên te dibihîsim, ez bi hevalan xwe re dibêjim, heger Mesûd biryara hilweşandina rêkeftina stratejîk ya di navbera partiyên me de ragihand, ezê daxwaza nûkirin û bihêzkirinê wê bikim. Heger derî li pêş min bigire, ezê di pencerê re biçim cem wî.”

Li gor nameyê, Talebanî di bersiva nîgeraniya Barzanî de li hember pirsekê ku pêwendiya wê bi serokwezîrê wê demê Nûrî Malîkî ve heye, nivîsiye, “Heger em qebûl bikin ku giliya te ya derbarê Malîkî de rast û rewa ye, lê ez bi mafê xwe dizanim bibêjim, bi biratîya me bibexşe, bi wê wan tiştên baş yên me kirine, reş bike. Min biborîne û cihê wê di dilê xwe de nehêle û bila di navbera me de wek berê bibe û vê malika helbestê ji min qebûl bike ku bo şêxê nemir hatiye nivîsandin.

Heyf e çawê ke cefa kollewejî tê deşkan

Mixabin e ew çavê ku bi dara cefayê hatiye birîndarkirin

To be kilçêwkî wefa eynî gellawêjî nekey

Tu bi wefaya xwe dîsa mîna Gelawêjê geş nekî

Belavbûna vê nameya destnivîs a Talebanî di demekê de ye, di dawî belavokên taybet bi jiyana Talebanî ku ji aliyê Selah Rewşîd ve hatiye amadekirin bi navê “Dîdara temen” behskirina cuda û berûvajî ji naveroka nameya Talebanî re ye, ku ji bîr û boçûnên wî li hemberî rêberê tevgerê rizgarîxwaz ê Kurd “Mistefa Barzanî” hatiye belavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button