Break newsNûçeslide

Nameya serokê ENKSê Ibrahîm Biro bi helkefta Cejna Qurbanê

Nameya serokê ENKSê Ibrahîm Biro bi helkefta Cejna Qurbanê

Yekîtî Media 12/9/2016

Bi helkefta cejna Qurbanê ya pîroz

Ez pîrozbahiya miletê meyî Kurd û yê Sûrî û miletên Islamî bigiştî dikim, û ew kesên ku lehengî û cangorî ji destpêka şoreşa Sûrî ya pîroz bi xwîna xwe kirin, ev bêtirî pênc salan di ser şoreşa me re derbasbûye, li tev hemû astengî û dijwariyên ku me li ser destê Rêjîma sitemkar kişandin, em berdewam in di xebata xwe de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, û avakirina dewleteke nûjen û rakirina hemû rengên paşguhkirinê û dûrxistinê û tunekirina nerîna dîtir.

Em bi niyazin ku hemû hêzên reşiyê bi rûxînin û li ser serê wan Daiş û hevalbendên wê yên terorêst û tundrew, da ku em armancên miletê xwe û mafên wî pêkbînin û bighêjin dewleteke piralî perlemanî fîdralî, ku bikaribe mafên hemû pêkhatên miletê Sûrî û mafên miletê Kurd biparêze yê ku tûşî zordariyeke du taq ji Rêjîma Desthilatdar li Sûriyê hat.

Bijî pakrewanên şoreşa Sûriyê û pakrewanên Kurdistanê

Saxlemî ji bo birîndaran

Azadî ji bo hemû girtiyên baweriyê di zindanên sitemkaran de

Vegerek nêzîk ji hemû penaber û kesên sergonkirî re

İbrahîm Biro

Serokê Encûmena Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button