Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mosko : YPGê li Til Rifetê nema ye

Yekîtî Media
Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin ragihand, ku Rûsya ji wan re gotiye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarokê Til Rif’etê derketine û ti şervanekî wan li wir nema ye.
Ibrahîm Kalin diyar kir, tevî wan gotinên Rûsya, lê Enqera wê ji aliyê xwe ve, vê pirsê bişopîne heya ku jê piştrast bibe.
Derbarê çarenivîsa Minbicê jî got: “Em li gel Amerîka di pêwendiyên berdewam de ne, bi mebesta vekişîna YPGê ji bo rojhilatê çemê Firatê û divê Amerîka li Sûryê, baş hizrê di pilanên xwe de bike”.
Piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên opozisyona Sûryê ve, di roja 18ê Adara derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê Efrîn bi temamî dagîr kir, piştre serokê Tirkiyê ragihand, ku ewê derbasî Til Rif’et bibin û li Minbic jî dest bi operasyoneke serbazî bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button