Break newsRagehandinslide

Mistefa Ozçelik: Helwesta Qazî Mihemed rêya me ronî dike

Yekîtî Media
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik ragihand ku Serokomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me ronî dike.
Serokomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe berî 71 salan roja 31.03. 1947an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê, ji alîyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin.
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik bi daxuyaniyeke nivîskî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî û ragihand ku jiyan, helwest, şexsiyet, wasiyet û parastnameya li dadgehê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî Kurdan dike.
Mistefa Ozçelik diyar kir ku wasiyet û parastnameya Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên Kurdab ên netewî û dîrokî nîşan dide û dibêje: “Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin. Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê çarenûsîya gelê me bila bingeha siyaseta we be. Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin û, bi xêrnexwazan jî neyên xapandin. Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe. Dibêje rêzê li ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin, dibêjê li wan xwedî derkevin.”
Ozçelik tekez kir ku gelê Kurdistanê dê ti caran Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke û wiha behsa helwesta Qazî Mihemed dike: “Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesihetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me ronî dike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button