Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mistefa Hicrî : Îran dixwaze Başûr weke ezmûna xirab a hikûmeta Kurdan bide naskirin

Yekîtî Media 17/12/2016

Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Hicrî ragihand, ku welatên dagîrkerên Kurdistanê hewl didin, bi rêyên weke derixstina nakokiyên navbera partiyan û çêkirinna pirsgirêkên aborî, rûyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi xirabî nîşanî kurdan bidin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî roja înê di dawîn roja Konfransa Pêşeroja Serxwebûna Kurdistanê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê de, gotarek li ser rewşa gelê Kurd û Kurdistanê pêşkêş kir.

Mistefa Hicrî di panelekê de derbarê astenigyên li hember serxwebûna Başûrê Kurdistanê de axivî û ragihand, welatên dagîrkerên Kurdistanê di rêya serxwebûna Kurdistanê de astengî û pirsgirêkan derdixin.

Hicrî got, welatên dagîrkerên kurditsanê bi piştigrîdan bi nakokiyên navxweyî yên di navbera partiyên kurdistanî de û herweha prisgirêkên aborî, hewla xirabkirina rûyê Hikûmeta Herêma Kurditsanê didin.

Hicrî herwiha da xuyakirin, Hikûmeta Îranê hewl dide, ku Herêma Kurdistanê weke ezmûneke neserketî ya hikûmeteke netewî ya kurdî bide naskirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button