Gotar

Misilman man û man

Zemanekî dûr û dirêj derbas bû, li welatên Ewrupa, hev di kuştin, bi egera olan û rê olan, tevlî ku hemî fileh bûn, bi hezar û milyonan ji hev kuştin, qirkirin, bin axkirin, rêberê wan gelan oldarên filehbûn, bi refan û qeflan berê xortên xelkê didane gorepanên şeran, bi behaneya ku weha xweda ferman daye, di çerxa neh û dehan de weku nimûne şerên xaçperestan.
Dema em berê xwe bidin rojhilata navîn, di çerxa bîstan de, dema hozên Ereban, ji beyabana erebistanê derketin, û weke pêlên kulihan, berê xwe dane rojhilat û bakurê welatê xwe, di wê dema ku imperatoriyên Faris û Romê, hevdû bê hêz kiribûn, bi egera sedên şer û cengan, di navbera wan de, hêzên Ereban zora herdû layan birin, ew êrîşên Ereban , mebest jê talan bûn, lê di bin dirûşma belavkirina ola misilmantiyê de, welat, erd, ol û milet, didane ber xwe, hemî olên cuda, gawirbûn, li gorî yasa û

zagonên misilmantiyê, ew olên wî zemanî weke: Zeradeştiyê, Filihtî, Cuhûkî, Manewî û h.d.
Gelên Kurd, Faris, Ermen, Gelên Asya navîn, û hin ji gelên Afrîka weke Mmazixan, hemî mabûne dîl, blindest û kole, êrîşkerên Ereban, bazarên kirîn û firotina mirovan dabûne vekirin, li wan bazaran, jin, xort, keç û zarok, weku sewalan dihatine firotin, çinku destkeftên cenganbûn.
Ji van bazaran re digotin: Sûq al nexase, li gorî yasayên ola xwe, ya bisilmantiyê, hemî kesê bawerî bi ola wan ne tanî, xwîn, saman, namûs û canê wan, di destê êrîşkerên Ereban de, mafekî rewabû, weha zemanin dirêj derbas bûn, weke dîroka wan diyar dike, nimûne: Serleşkerekî wan li afrîka (Uqbe bin nafi) di êrîşa ser bakurê Afrîqa de, ji welatên gelê Amazîxan, /300,000/ keç, dîl girtin, anîne bajarê şamê, firotin, weha ev tawan tanîn serê hemî gel û miletên ku welatên wan dagirkirbûn.
Bi van tawanên hovane û dirinde, gelên blindest û dagirkirî, neçar man ku pişta xwe bidine ol, bawerî û kiltûra xwe, yên resen û kevnar, û kirasê misilmantiyê, li xwe bikin, weha gelê kurd jî, weke gelek gelan, ji tirsa kuştinê, talankirinê û birçîbûnê, dest ji olên xwe yên resen berdan û bûne misilman, paşê di ware olê de, dane pêşiya Ereban, û hin şêx û Melayên me kurdan, ji wan dagirkeran re bibûne nûker û sîxur, dijî gelê xwe.
Li gorî nexşên îro, li ber çavane, xuya ye, li ser rûberê Kurdistan, ew netew û olên cuda cuda, ku serwer û mîrekên kurdan bi sedên salan, parastibûn ji bişaftinê, kuştinê û nemanê, îro gelek ji wan netewan û olan, nemane, û hindikên ku mane jî, ew jî li ber nemanê ne, weku nimûne: Li welatê Iraqê, /2/ milyon filehên Suryanî, Kildanî, Aşûrî û Ermenî hebûn, lê îro li hemî rûberê Iraqê, /150,000/kes mane, ewjî di bin baskê başûrê Kurdistan de ne.
Misilmanên tundrew, ji regeza Ereb, eve bêhtir ji/1400/salin, xwîna wan gelên ne misilman, di mijin, li ser êş û azarên, wan miletan dijîn, û dibêjin: Ku xweda ew hilbijartine, weku miletekî herî qenc û hilbijartî, li dinyayê, lewra ji mafên wa ye, ku bibin taca li ser serê mirovan, û ji gotinên xwe bawer dikin.
Bi van kiryarên xwe yên tund û teror, îro çend welat, li rojhilata navîn valabûn, ji çend netew û kêm netewan û olan, weku: Sûrî, Iraq, Libnan, hemî Fileh, Cihû, êzîdî, Aşûrî û Kildanî, berê xwe dane, ji derveyî welatên xwe, çûne Emerîka, Usturaliya, Keneda û Ewrupa.
Adilê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button