Break newsNûçeslide

Mîlîşyayên Îranî gefê li hêzên Amerîkî yên li Iraqê dixwin

Yekîtî Media

Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê ku grûpeke milîşyayî ser bi Îranê ve tê nasîn di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi ti awayî rê nadin ku hêzên Amerîkî li nava Iraqê bimînin, ji ber ku ew Amerîka bi dijminê xwe dizanin.

Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê ku ew daxuyanî arasteyî her yek ji hikûmet û parlemantoya Iraqê kiriye, hişyariyê dide hêzên Amerîka yên li Iraqê û dibêje: “Em hişyariyê didin dijminê mirovahiyê Amerîka, ku pêla xaka Iraqê ya pîroz nekin.”

Herwiha Hizbulaha Iraqê daxwaz ji hukûmet û parlemantoya Iraqê dike, helwesteke tund li dijî hebûna hêzên Amerîkî bigirin ber û daxwaz ji Amerîka bikin, da ku bi xwe ji Iraqê derkeve, ku ew wek Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê rê nadin ew li Iraqê bimînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button