Break newsNûçeslide

Milîsên Heşda Şeibî ji nav Xurmatû derdikevin

Yekîtî Media

Perlemanterê Iraqê Elî Hisênî ragihand, ji niha û pêve wê hêzên bersivdana bilez cihê Heşda Şeibî li Xurmatû bigire.

Elî Hisênî ji kenala Someriye niyûz re got: “Îro hêzên bersivdana bilez, erkê parastina rewşa emnî ya Xurmatû wergirt û bi hevbeşî li gel polîsên wî bajarokî û fewcê hewarçûnê û artêşa Iraqê, parastina ewlehiya Xurmatû dikin”.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, milîsên Heşdê û hêzên Iraqî, bajarokê Xurmatû li parêzgeha Selaheddîn û navenda bajarê Kerkûkê bi hevkariya çend kesekî di nav hizbeke siyasî de kontirol kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button