Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesrûr Barzanî peyama Kurdistanê radighîne Amerîkayê

Yekîtî Media 14/5/2017

Şandek herêma Kurdistanê bi Serokatiya Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê dike.

Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, digel Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên û Nûnera hikumeta herêma Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman çendîn hevdîtinan li Koşka Spî, Wezareta derve, Wezareta bergirî, Civata Asayîşa Neteweyî û Kongresê dibe. Rewşa herêma Kurdistanê, siberoja pêwendiyên Kurdistanê û ‘Iraqê û pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê digel berpirsên pileblind ên Amerîkayê gotubêj dikin

Herweha dezgeha binav û deng a The Heritage Foundation li Waşingtonê , semînarek taybet ji bu Mesrûr Barzanî rêk dixe, ku tê de nerîna Kurdistanê derbarê Iraqê piştî şerê DAIŞ û rizgarkirina Mûsilê berçav dike.

Ev yekem serdana Mesrûr Barzanî ji bu Amerîkayê ye, piştî destbikarbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump. Piştî ku li meha Berçile ya sala borî şandek bilind a herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî çendîn hevdîtinên giring li Waşingtonê endam da û digel Cîgirê Serokê Amerîkayê, herweha çend rayedarên pileblind ên Kongresê û Wezareta derve civiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button