Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî: Niha dem ji bo serxwebûnê guncaw e

Yekîtî Media 9/9/2017

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ew di wê baweriyê de ne, niha dem ji bo serxwebûnê guncaw e.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya New York Times re ragihand, gelê Kurd jî wek hemû gelên cîhanê, mafê wan ê çarenivîsê heye.

Mesrûr Barzanî li ser sedema gihêştina bi biryara birêvebirina referandûma serxwebûnê dibêje: “Heger li dîroka me binerin, bi dirêjahiya dîrokê hatiye çespandin, em wek hemû netewan, mafê me yê çarenivîsê heye û di wê baweriyê de ne, dem ji bo serxwebûnê guncaw e.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button