Break newsNûçeslide

Mertala Ferat bi piştevaniya tankên Artêşa Tirkiyê derbasî bajarê Babê bû

Yekîtî Media 10/12/2016

Medyaya Rûsyayê ragihand ku, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya tankên Artêşa Tirkiyê şeva borî ketin bajarê Babê. Wezîrê Derve yê Tirkiyê ev yek piştrast nekir û got, hêzên wan nêzîkî Babê bûne.

Medya Rûsya ragihand, çekdarên opozîsyonê tevî tankên Artêşa Tirkiyê gihîştin navenda navçeya Babê û hin tax û nexweşxane kontrol kirin. Da xuyakirin pevçûnên dijwar rû didin û DAIŞ berxwe dide.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîş Oglu nûçe piştrast nekir û derbarê bûyerê de û da xuyakirin, çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya wan gelekî nêzîkî Babê bûne û ewê di demek nêzîk de operasyonê temam bikin.

Herwiha doh hat ragihandin, qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Armanca wê jî derxistina Babê ji destê çekdarên DAIŞê yê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button