Break newsNûçeslide

Mele Bextyar: Vê heftiyê civînên nehênî di navbera Hewlêr û Bexda lidar ketine

Yekîtî Media

Berpirsê desteya rêvebir a polîtbîroya YNK Mele Bextyar li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye ku di dema vê heftiyê de civînên nihênî û eşkere yên cor bicor hatine encamdan û got: “Niha Bexda baştir amade ye ji danûstandinan re û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwe amade dike ji bo danûstandinan û şanda Parleman jî serdana Bexdayê dike”.

Herwiha Mela Bextiyar nivîsandiye: “Nema şer di nav hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de diqewim in û pirsgirêkên xalên sînorî û gumrik û firîngehan hêdî hêdî wê bên çarekirin. Piştî vê yekê jî bernameyê çareseriya budce, mûçe û navçeyên ku nakokî li ser in wê destpê bike”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button