Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

McGurk: Pêşmerge dê beşdarî operasyona Hewîceyê bibe

Yekîtî Media 6/8/2017

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk diyar kir, ku dê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona kontrolkirina Hewîceyê bibin. McGurg derbarê Reqayê de got, ji sedî 45ê bajêr ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, li Waşingtonê di civîneke çapemaneniyê de ragihand, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê axivîye.

McGurk da zanîn di pêwendiyên telefonî de mijarê operasyona kontrolkirina Hewîceyê û beşdarbûna hêzan hatiye nirxandin û herwiha hatiye gotin, ku dê pêşmerge beşdarî operasyonê bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button