Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mattis: Frensa hêzeke bêtir şandiye Sûrya

Yekîtî Media
Wezîrê bergiriya Amerîkî James Mattis ragihand, ku Frensa di nava du hefteyên derbasbûyî de, hêzên bêtir ji bo bakurê rojhilatê Sûrya şandiye.
Got jî: “Ew hêzana bi mebesta piştevanîkirina hêzên Amerîkî hatine şandin”.
James Mattis diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser sînorên Sûrya bi Iraqê re, çalakiyên xwe li gel Iraqê zêde kiriye”.
Mattis red kir ku, di rewşa niha de welatê wî hêzên xwe ji Sûrya bikişîne û diyar kir, ku de çend rojên dahatî de, wê artêşa Amerîka li rojhilatê çemê Firatê çalakiyên xwe yên serbazî zêde bike”.
Berî niha serokê Frensa Emmanuel Macron ragihandibû, ku Frensa wê hêzên bêtir li Sûrya belav bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button