Break newsNûçeslide

Malpera Yekîtî Media daxuyaniyek derbarî tometên ragihandina PYD belavkir

Yekîtî Media 10/4/2017

Rêveberiya malpera Yekîtî Media, îro 10ê nîsanê, daxuyaniyek derbarî tometên ku di gotarekê de di hejmara 383 ji rojnameya Ronahî ya girêdayî PYDê hatibû belavkirin derxist.

Di daxuyaniyê de hat ku rêjîmên dîktator hemû dengên dijber ji xwe re bi xiyanetê tawanbar kirine, wisa ragihandina PYD jî derew in li ser zimanê girtiyên partiya Yekîtî derxistine û bi taybet nûçegihanê malpera Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed ku ji roja 15ê meha tebaxa 2016an hatiye binçavkirin.

Daxuyaniyê tekezkir ku malpera Yekîtî Media ji bêtirî 10 salan ve kar dike ji bo ku bûyeran bi rastî veguhêze, her ev malper jî bûye cihê baweriyê li nik rêxistinên yasayî û yên navnetewî û di pileyeke bilind de hatiye nirxandin.

Herweha di daxuyaniyê de hat, ku hemû karmendên Yekîtî Media bi renegekî xwebexiş kar dikin , û armanca wan ya serke ew e ku rastiyê veguhêzin û xizmeta doza miletê xwe yê kurd bikin û kiryarên ne rewa yên ku di mafê wî de dibin bihetikînin, dibe ku ev yek bûye cihê metirsiyê li nik PYD jiber ku ew piraniya binpêkirinan dike, jiber vê yekê ew tometên xirab wek sîxoriyê bi malpera me vedike û ev kiryareke pir metirsîdar e li ser selameta karmendên malperê.

Di dawiya daxuyaniyê de , rêvberiya Yekîtî Media ji şopînerên xwe re û ji dezgeh û rêxistinên navnetewî û yasayî û rojnamevanî re tekezî li ser berdewamiya karê xwe kir ji bo şopandina rastiyê û veguhestina wê, herweha PYD wek berpirs binavkir di ber selametiya karmendên malpera Yekîtî Media.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button