Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Malîkî: hilweşîna Sûriyayê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêmê

Yekîtî Media 24/7/2017

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî got hilweşîna Sûriyê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêma Rojhilata Navîn û  daxwaz ji Rûsyayê kir ku bila pêşiya vê yekê bigre.

Li Moskow, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û di civînê de Malikî daxwaza alîkariyeke zêdetir ji Rûsyayê kir.

Nûrî Malîkî di destpêka hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de weha axivî:

“Zor spas ji bo Rûsyayê ji ber pêgeha wê ya li ser van hemû pirsan. Birêz wezîr, min berê li Bexdayê jî hevdîtin li gel we kiribû, wê demê jî min daxwaz kiribû ku bila Rûsya  ji bo parastina rewşa îro ya Sûriyayê rola xwe bilîze û nehêle ew hilweşe, ji ber ku hilweşîna Sûriyayê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêmê”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button