Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Makron nîvê kabîneya hikûmetê ji jinan hilbijart

Yekîtî Media 17/5/2017

Serokomarê nû yê Fransayê Emanwêl Makron weke ku soz dabû, nîvê kabîneya hikûmetê ku ji 22 kesan pêk tê, ji jinan hilbijart.

Ji bo Wezareta Berevaniyê ku di kabîneyê de ji postên herî giring e, Sylvie Goulard hate ragihandin.

Şampiyona olîmpiyadê ya werzişa şûrbaziyê Laura Flessel weke Wezîrê Werzişê hate diyarkirin.

Herwiha li Wezareta Tendirustiyê Agnes Buzyn û li Wezareta Xebatê Murielle Penicaud cih digrin.

Makron ji bo Wezareta Dadê Farancois Bayrou, endamê Partiya Sosyalîst Gerard Collomb ji bo Wezareta Navxweyî û Bruno Le Marie jî ji bo Wezareta Ekonomiyê hilbijartin.

Makron, Jean-Yves Le Drian ku di hikûmeta berê de wezîrê berevaniyê bû, weke Wezîrê Karûbarên Derve diyar kir.

Ji bo ku rabirdûya bacê ya endaman were lêkolînkirin û li ser lêpirsîna îhtîmala pevçûnên berjewendiyê, aşkerekirina kabîneya hikûmetê hatibû paşxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button