Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Magurk : Operasyona rizgarkirina Reqayê pir nêzîk e

Yekîtî Media 30/5/2017

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brêt Magurk ragihand, di demeke kin de li Sûriyê li dijî DAIŞê operasyona rizgarkirina Reqayê dê dest pê bike û herwiha cardin diyar kir, ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re dê operasyonan li dar bixin.

Li paytexta Îtalyayê bajarê Romayê, Brêt Magurk di konferansa hevkariya wezareta derve ya li gel cendirmeyan de axivî û mijara têkoşîna li dijî DAIŞê jî anî rojevê.

Magurk diyar kir, ku DAIŞ li Mûsilê tenê 4 kîlometre çargoşe kontrol dike.

Li ser operasyona bajarê Reqayê jî Magurk destnîşan kir: “Li wir jî em li gel HSDê dixebitin û ji Reqayê re 2 kîlometre maye. Operasyon di demeke nêzîk de dê dest pê bike. Li ser dîroka operasyonê ez niha nikarim tiştekî bibêjim, lê gelek nêzîk e.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button