Break newsNûçeslide

Li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê 3 kurdên Kurdistana Sûriyê xeniqîn

Yekîtî Media 26/3/2017

Li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê 3 penaberên ji Kurdistana Sûriyê di rûbarê Mawan de xeniqîn.

Li ser sînorê navçeya Mêrgesora Başûrê Kurdistanê û navçeya Şemzînana Bakûrê Kurdistanê 3 penaberên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê xeniqîn û heta niha jî termê jinekê nehatiye dîtin.

Qaymiqamê Mêrgesorê Xefûr Mele Ehmed derbarê bûyerê ragihand; “Îro Yekeşmê 26-03-2017 du jin û ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê xwestine bi qaçaxî derbasî Bakûrê Kurdistanê bibin. Ev hersê penaber ketine nav rûbarê Mawan a ser sînorê Mêrgesor û Şemzînanê û xeniqîne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button