Break newsRaportslide

Li Schweinfurtê Kurdistaniyan çalakiya Meşa Serxwebûnê lidarxistin

Yekîtî Media 14/8/2017

Ji bo piştgêriya Giştpirsiya Serxwebûna Herêma Kurdistanê û her wiha şermezarkirina gefên dewleta Tirk li ser Efrînê, Civata Kurdên Scihweinfurtê li Almanya yê çalakiya Meşa Serxwebûnê lidarxist.

Roja Şemiyê 12-08-2017, û bi amadebûna nûnerên partiyên Almanî jê, xanim Birgitte Schön berpirsyara bajarê Schweinfurtê û nûnera Partiya (BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN) Kesk ya Almanî û rêzdar Markus Hümpfer nûnerê Partiya Bundestagkandidat (SPD) û berbijarê partiya xwe bo helbijartinê Parlamentoya Almanî, ku kêfxweşiya xwe bo lidarxistina çalakiyê derbirîn, û amadebûna nûnerên rêxistinên Kurdî li Ewrupayê û welatiyên Kurdistanî çalakiya Meşa Serxwebûnê bi rawestana xuleke bêdengî li ser canê pakrewanên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Ey Reqîb destpêkir, û meş bi silogan Bijî Azadî,Bijî Kurdistan, Bijî Pêşmerge ber ve şûna lidarxistina ahengê bi rêket.

Di destpêkê de, Serokê Civata Kurdên Schweinfurtê rêzdar Osman Çinar, gotara civatê pîşkêşkir, û têde ronahî xiste ser giringiya encamdana giştpirsiyê û ev yek bi derfetek zêrînî anî ziman da ku Herêma Kurdistanê bibe dewlet. û her ew gotara Civatê bi zimanê Ingilîzî ji aliyên xanim Hezar Welîka hate pîşkêşkirin.

Pişt re gotara Civata Kurdên Almaniya yê ji aliyê rêzdar Memet Tanriverdî ve hat pêşkêşkirin.

Pişt re Koma Çarpel ya folklorî bi çend dîlanên folklorî pêşkêşkirin.Pişt re di benda helbest xwendinê herdu rêzdaran Hozan Sîdo û Zênedîn Hekîm çend helbest pêşkêşî amadebûyan kirin.Pişt re di benda mûzîkê de Ajîn Şêxo çend stran pêşkêşkirin.

Di benda mûzîkê ya duyem de hunermendê bê hempa, efsaneya zindî Şivan Perwer coşeke mezin da ahengê û cemawer gelekî dilxweş û kêfxweş bûn.

Herwiha gelek birûskên piştgêrî û destxweşiyê ji partî û rêxistinên Kurdî hatin şandin, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê PYK-şaxê Almaniya, Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê PDK-S, şaxê Almaniya, Partiya Yekîtiya Demukrata Kurd li Sûriyê PYDK-S(Yekîtî), Komeleya Kurdên Hamburgê Hevkar, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê,Insiyatîva Serxwebûna Kurdistanê- Diyarbekir-Bataman-Mardîn-Wan-Istanbulê, Sendîkeya Hunermendên Kurdistana Sûriyê.

Aheng bi pêşkêşkariya medyakar Mihemed Hesko birêve çû.

Raport : Mihemed Hesko- Almanya

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button