Break newsNûçeslide

Li Şamê dezgehên ewlekariya Rêjîmê ciwanên Kurd binçav dike

Yekîtî Media 22/8/2016

Dezgehên ewlekariya Rêjîmê bi hilmeteke girtina ciwanên Kurd li herdû taxên kurdan Zorava û Rukn Eddîn li Şamê di herdû rojên borî de rabûn, piştî derketina şerûpevçûnan di navbera yekîneyên parastina gel YPG û artêşa Rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve li bajarê Hesekê.

Jêderekî taybet ji taxa Zorava ji Yekîtî Media re ragihand ku ta niha dezgehên ewlekariyê 11 xwendekarên kurd li şamê binçavkirin, û ew berve serbazgehên girêdayî artêşa rêjîma sûrî ve birin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button