Break newsNûçeslide

Li rojavayê Musilê Kargeheke mûşekên DAIŞ hate kontrolkirin

Yekîtî Media 12/6/2017

Polîsa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi ser kargeheke dirustkirina mûşekên DAIŞê de girt.

Di encama ger û pişknîna hêza Polîsa Federal a Iraqê li taxa Zencîlî de, dest datîn ser kargeheke dirustkirina mûşekan a DAIŞê de girt.

Yek ji efserên Polîsa Federalî aşkere kir, cureyên mûşek, guleyên Hawinê û madeya “TNT” li wê kargehê hatin dîtin, ku DAIŞê bo dirustkirina amîreyên pêşketî bikar aniye.

Di çarçova operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, roja 10 Hizêranê taxa Zencîlî ji aliyê hêzên Iraqî ve hate kontrolkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button