Break newsRaportslide

Li Qamişlo tevgera bazirganiyê êvarê cejnê lawaz e

Yekîtî Media 4/7/2016

Tevgera bazirganiyê li bazara Qamişlo êvara cejnê pir lawaz e, sebaret cejnên salên buhurî, ligel buhabûna nirxên hemû cureyên kelûpel û pêdiviyan.

Ebdulhemîd ku yek ji bazirganên Qamişlo ye tekez dike ku tevgera li bazarê van rojan pir qelise, tev ku cejin jî nêzîk bûye, û diyarkir ku dijwariya rewşa abûrî ya welatiyan di vê demê de bandorê li kirînê dike.

Fêsel Xelîl welatiyeke ji Qamişlo tekezkir ku bi hatina cejna Rojiyê , nirxê kelûpelan û cureyên pêdiviyan pir bilind bûye, herweha bazirgan vê mehe ji xwe re diçewisînin û nirxên tiştan buha dikin bêyî ku tu çavdêrî hebe.

Hêjaye gotinê ku tevgera bazirganiyê li bajarê Hesekê rawestiya piştî derketina pevçûnên giran li wî bajarî, lê nûçegihanê Yekîtî Media li herdû bajarên Amûdê û Girkê Legê diyar kirin ku tevgerek baş li bazarê hebû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button