Break newsRaportslide

Li Qamişlo rêveberiya xweser ya PYD rêdanê li ser firoşkerên şînkayê disepênê

Yekîtî Media 4/9/2016

Li bajarê Qamişlo, Rêveberiya xweser ya ku ji hêla partiya yekîtiya demokrat PYDê ve hatiye ragihandin rêdanê li ser firoşkerên gerok yên şînkayê disepênê, ku divê kaxetekê ji komîna PYD wergire bi pakbûna sincên wî û wê ji asayişa PYD re pêşkêş bike wek mercekî da ku karibe karê xwe li cadeyên bazara Qamişlo bike.

Firoşkerê şînkayê yê gerok Kadar Xizir ji Yekîtî Media re tekez kir, ku asayişa PYD ji hemû firoşkerên gerok xwest ku kaxeza pakbûna sincî ji komîna xwe ya taxê bînin, û ji asayişê jî pesend bikin da ku karibin li bazarê kar bikin yan jî ewên bên berdan ji rex asayişê û wê rizqê zarokên wan bê qutkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button