Break newsNûçeslide

Li Qamişlo ENKSê mangirtinek li dijî kiryarên PYD lidarxist

Yekîtî Media 4/6/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo mangirtinek ji bo girtiyên di zindanên PYD de lidar xist.

Li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê, hijmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek bi armanca serbestberdana girtiyên siyasî di zindanên PYD de, û herweha ji bo şermezarkirina kiryarên PYD  lidar xistin.

Tê zanîn ku endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso û endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah,   endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam di girtîgehên PYD de ne.

3 4 5 6 7 8

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button