NûçeRaportslideUncategorized

Li Qamişlo .. ENKS roja Cîhanî ya Mafê Mirovan vejand

Yekiti Media

Li ser banga Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS welatiyên Qamişlo  li gel endam û alîgirên ENKS Li kolana Siyahî û li hinber baregeha Netewên Yekbûyî roja Duşemê 10-12-2018 roja Cîhanî ya Mafê Mirovan vejandin.

Peyamnêrê Yekîtî Mîdiya  diyar kir ku beşdaran silogan û duruşemên girêdayî vê helkeftê bilind kirin û di heman bûneyê de doza serbest berdan girtiyên siyasî di zindanên Rêjîmê û partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD de kirin.

Gotina Emandariya giştî ya Encumenê ji hêla endama desteyaserokatiya ENKS Fesla Yûsif hat xwendin tê de li ser zilim û sitmkariya ku Kurdli Sûriyê ji destpêka avakirina Dewleta Sûriyê ta desthilatdariya partiyaElbess lê rast hatine  axivî.

Yûsif di gotina xwe de li ser êş û azarên gelên Sûrî li ser destê partiya Elbess jî axivî û doz ji Netewên Yekbûyî  û Civaka Navdewletî kir ku dawiyê li vê sitmkariyê bînin û desthilata yek alî hilweşînin da ku gelên Sûrî li welatê xwe bi dîmuqratî mîna miletên cîhanê bijî.

Tê zanîn ku Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd liSûriyê ENKS di civata xwe ya dawî de bang li welatiya kiribû ku vê rojêvejînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button