NûçeslideUncategorized

Li Qamişlo ENKS civata xwe li dar dixe

Yekiti Media

Emandariya Giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Çarşemê 8-7-2020 li bajarê Qamişlo civata xwe li darxist.

Di civatê de hin mijar hatin gengeşekirin mîna danûstendinê ENKS li gel partiyên Yekîtîya Niştimanî yên Kurd û kirîza abûrî ya deverê tê de derbas dibe û hilbijartinên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Rikberî û Şoreşa Sûrî.

Ekrem Hisên endamê Emandariya Giştî ya ENKS ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku civata wan gera duyemîn ya dan û stendinan gengeşe kir, û derbarê rewşa abûrî ya aloz ku dever tê de derbas dibe wê ENKS helwesta xwe diyar bike.

Derbarê hilbijartinên Hevbendiya Niştimanî Hisên diyar kir ku nûnerên ENKS yên berê ewê kandîdên ENKS bin ji bû hilbijartinên nû.

Tê zanîn ku ENKS li gel partiyên Yekîtîya Niştimanî yên Kurd têkgihştineke seratayî berî demekê ragihand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button