NûçeslideUncategorized

li Qamişlo Emandariya ENKS civata xwe ya normal li darxist

Yekiti Media

Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja înê 1-2-2019 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal li darxist.

Silêman Oso endamê Emandariya giştî ya ENKS ragihand ku civata wan tekezî li ser nerîna ENKS derbarê pêşhatên dawî li deverê kir, û bi şêweyekî erênî dîdar û hevdîtinên ku desteya serokatiya ENKS li herêma Kurdistanê li darxistibû nerxand, û rola serok Mesûd Barzanî weke piştgir ji gelê Kurd li Sûriyê û ENKS spas kir.

Derbarê avakirina herêma ewle li deverên Kurdî û rojhilatê Ferat Oso got “ta vê gavê şêweyê avakirina wê herîmê ne zelalin lê Encuman avakirina wê herêmê di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî û hêzên Navdeletî erê dike, û pêwîste avakirina rêveberiyek nû ji hemû pêkhatên deverê û vegera pêşmergên Roj ew pêşmergeyên ku li cem hemû aliyan cihê baweriyê ne û bi taybet dewletên herêmî” .

Endamê Emandariya ENKS li ser destpêşxêriyên yek rêziya tevgera Kurdî diyar kir ku ta vê qunaxê wan destpêşxêriyê tu gav navêtine û pêwîste nivîsgeh werin vegirin û dosiya binçavkirina siyasî bê girtin û ragihandina xiyanetê ji hêla partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD bê rewestandin û kesên sergon kirî vegerin wê demê bi tenê ENKS riya danûstendinan di kare veke.

Tê zanîn ku ev yekemîn civate ku Emandariya ENKS li dar dixe piştî serdana desteya serokatiya wê ji herîma Kurdistana Iraqê re.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button