Break newsNûçeslide

Li Qamişlo çekdarên PYD welatiyekî Kurd serdestkirin ta ku birayê wî xwe radestî wan bike

Yekîtî Media 17/8/2016

Doh sêşemê 16ê Tebaxê, çekdarên partiya yekîtiya demokrat PYD welatiyê kurd yê bi navê Bixtiyar Xelef Biro ji ber mala birayê wî Siwar birin û ew beramber birayê wî Siwar ku ji aliyê wan hatiye xwestin desteserkirin, ta ku xwe radestî wan bike.

Tê zanîn ku Siwar Xelef Biro endamê komîta şaxî ye di partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, û beriya niha ji rex desthilatdarên PYD hatibû girtin bi tawana beşdariya wî di xwepêşandanek bê rêdan de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button