Break newsNûçeslide

Li Kerkûkê 2 teqîn Seraya Selam ya Heşda Şeibî armanc kirin

Yekîtî Media 5/11/2017

Li bajarê Kerkûkê 2 teqîn rû dan,  li gor zanyariyên destpêkê jî 4 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Jêderekî ji bajarê Kerkûkê ragihand, teqîn li kolana Etles ya nava Kerkûkê bi riya xwekujekî rû da û baregeha Seraya Selam ya Heşda Şeibî armanc kir.

Wî jêderî got jî, ji cihê teqînê jî dengê teqeyan jî tê bihîstin.

Li gor zanyariyan, teqîna duyem jî baregeha Esayib Ehil El-Heq li pişt şaredariya Kerkûkê armanc girtiye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de 4 kes hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button