Break newsNûçeslide

Li Hewlêrê rojnamevan Soran Seqizî bi demançeya xwe xwekuşt

Yekîtî Media 9/5/2017

Rêveberê Polîsa Hewlêrê ragihand, welatiyekî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku berê di kenaleke Başûrê Kurdistanê de bernameyek pêşkêş dikir, li kafîtiryaya xwe ya li Hewlêrê, xwe kuştiye.

Rêveberê Polîsa Hewlêrê got jî, li gor gotinên hin ji hevalên Seqizî ku li kafîtiryayê bûn, berî ku ew xwe bikuje, behsa qerdarbûna xwe dikir û piştre çû qatê duyem ya wê kafîteryayê û xwe kuştiye.

Soran Seqizî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Swêdê dijiya û demek bûye vegeriya ye Hewlêrê û bi hevbeşî kafîtiryek vekiribû. Soran Seqizî berê di kenala “Kurdsat” de bernameya “Seyr û Sefer” pêşkêş dikir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button