Break newsRaportslide

Li Hesekê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya çilrojiya romannivîs Novîn Xidir lidarxist

Yekîtî Media 12/6/2017

Roja yekşemê 11 meha cehzêranê 2017,  Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya çilrojiya nivîskar û romannivîsa gorbuhiştî endama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Novîn Xidir lidarxist, bi amadebûna nûnerên xwecihiya ENKSê li Hesekê û dezgehên civaka sivîl û kesayetiyên serbixwe.

Di çilrojiyê de gelek gotar û helbest hatin xwendin, herweha kurtefilmekî belgeyî li ser jiyana Novîn hat pêşkêşkirin ji amamdekirina Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya.

Roja berî wê jî şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi serokatiya seroka Yekîtiyê Wezna Hamid û endamên şaxê Hesekê serdana gora nivîskar Novîn Xidir li gundê Hesê Ûso kirin û gurzek gul li ser gora wê danîn.

a b c d e f g h i j k l m n

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button