Break newsNûçeslide

Li Hesekê şer û pevçûnên giran di navbera YPG û artêşa Rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve berdewam in

Yekîtî Media 19/8/2016

Şer û pevçûn di navbera hêzên parastina gel YPG û mîlsên rêjîma sûrî û artêşa rêjîma Sûrî  li bajarê hesekê giran bûye.

Hêzên rêjîmê taxên Til hecer û Neşwa Rojava û Miftî û Salihiyê bi mûşekên hawin û yên Midfeyê ji çiyayê Kewke armanc dikin , herwiha balafirên rêjîmê baregehên rêvebiriya xweser li bajêr armanc kirin.

Roja çarşemê demjimêr 22:40 şer û pevçûn li Hesekê derket û ta niha berdewam e, di encamê de gelek sivîl birîndar ketin û jinek şehîd ket, û hejmarek mezin ji xelkên bajêr penaberbûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button