Break newsNûçeslide

Li Hesekê Girûpeke rûnixumandî ciwanê bi navê Mesûd Abê revand

Yekîtî Media 27/5/2017

Girûpeke çekdar ya rûnixumandî ciwanê bi navê Mesûd Abê ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê, roja înê 26 gulanê, ew revandin û piştî çend seetan ew serbest berdan.

Mesûd Abê ji Yekîtî Media re ragihand, ku nêzîkî seet 9 êvarî roja înê, dema ku ji maleke mervên xwe derdiketim, girûpeke çekdar ez rawestandim û min bi zorê xistin turmpêlekê de, û ez birim çolekê û li wir bi sivikî li min dan, û dûvre ez vegerandim Hesekê û li nêzîkî pira Miftî , demjimêr 4 sibehê, ez li wir berdam.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button