Break newsNûçeslide

Li gundewarê Serê Kaniyê turimpêlek bombekirî teqiya

Yekîtî Media 18/7/2017

Teqînek li gundewarê bajarokê Serê Kaniyê rû da û di encamê de du endamên Asayişa PYD canê xwe ji dest dan û 3ê kesên din birîndar bûn.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Serê Kaniyê ragihand ku, derengê şeva borî duşemê, teqînek bi riya otombîleke bombebarkirî li ber  xala pişknînê ya hêzên asayişa PYD li gundê Menacîr rû da.

Nûçegihanê me da zanîn ku , di encamê de  2 kesan canê xwe ji dest dan, ku endamên asayişê ne. Herweha endamekî din yê asayişê birîndar bû, û du kesên sivîl jî birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button