Break newsNûçeslide

Li Efrînê û Tirbe Sipiyê 2 endamên PDK-Sê hatin binçavkirin

Yekîtî Media 4/5/2017

Li Efrînê, Asayişa PYD endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) binçav kir.

Nivîsgeha Ragiahandinê ya PDK-Sê li Efrînê di daxuyaniyekê de da zanîn ku endamê wê partiyê Îsmaîl Heyder li gundê Medyan Ekbesê ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hate binçavkirin û berve cihekî ne diyar ve hatiye birin.

PDK-Sê binçavkirina Îsmaîl Heyder şermezar kir û berpirsayetiya saxbûna wî jî xiste stûyê PYDê de, herwiha daxwaza azadkirina wî kir.

Herweha li bajarokê Tirbe Sipiyê asayişa PYD Şiyar Ebdilezîz Mehmûd endamê PDK-S revandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button