Break newsNûçeslide

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê de derketiye

Yekîtî Media 24/3/2017

Li gor rewangeha Sûrî ya mafên mirovan , îro dema sibeha li deverên sînorî li Efrînê pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê de derketiye.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Tirkiyê, bangî nûnerê Rûsya li Enqere kir û dilgiraniya Tirkiyê hemberî nêzîkahiya Rûsya û PYD / YPG nîşan da.

Tirkiyê daye xuyakirin ku, ji herêmên di bin kontrola YPG û çavdêriya Rusya de, agir hemberî serbazên Tirkiyê hatiye vekirin û leşkerekî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Enqere daye diyarkirin ku, ger careke din bûyerek weha rû bide, ew ê bi giranî bersîvê bidin.

Herweha Enqere, derbarî agahiyên avakirina binkeyeke Rûsî li Efrînê jî, nerehetiya xwe diyar kiriye, Hatiye ragihandin jî, ku wêneyên serbazên Rûsî bi nîşanên YPG ne bi dilê Tirkiyê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button