Break newsNûçeslide

Li Efrînê mangirtin li dijî PYDê derketin û li Qamişlo binçavkirina ciwanan berdewam e

Yekîtî Media 4/1/2017

Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand, ku asayişa PYD êrîşî çend dikanan li bazara bajêr kir û hejmarek ji ciwanan bi behaneya leşkeriya bizorê binçavkirin, lewra bazirgan û xwediyên dikanan , dikanên xwe girtin, ku hejmara wan nêzîkî 450 dikanî ye, herweha malbatên wan ciwanan mangirtinek li pêşiya komîna PYDê lidarxistin û ev kiryar ji hêla asayişên PYD ve şermezar kirin.

Li bajarê Qamişlo jî, asayişa PYD êrîşî çend malan li taxa Qidûr Bêk kirin, û hewla binçavkirina çend ciwanên wê taxê kirin û bi dûv wan ketin û gulle di ser serê wan re berdan.

Herweha asayişa PYD êrîşî gundê Um Fursan 4km li rojhilatî Qamişlo kirin, û ciwanê bi navê Ciwan Hemo binçavkirin , li tev ku ew jiber sedemên tenduristî ji leşkeriya bizorê hatiye efûkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button