Break newsNûçeslide

Li Efrînê Asayişa PYDê 80 ji çekdarên opozisyonê serbest berdan

Yekîtî Media 12/3/2017

Asayişa PYD li Efrînê 80 kes ji zîndanên xwe serbest berdan ku bi ser opozisyona Sûriyê ve ne.

Serokê Desteya Siyasî li parêzgeha Idlibê Redwan El-Etriş ji medyayeke opozîsyona Sûriyê re raghand, doh Rêveberiya Xweser ya PYD 80 kes ji zîndanên xwe serbest berdan ku di nava wan de kesên sivîl û çekdarên opozîsyonê yên di nav Mertala Ferêt de hebûn.

Li gor El-Etriş, ew destpêşxerî di navbera desteya wan û Rêveberiya Xweser de bû û bi navbênkariya Ceyş El-Swar yên bi ser Hêzên Sûriyeya Demokrat ve bû.

Tê zanîn ku hîn bi dehan ji endam û serkirdeyên partiyên ENKSê di zindanên PYD de binçavkirî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button