Break newsRaportslide

Li Dortmund ENKS bi xwepêşandanekê li dijî kiryarên PYD derket

Yekîtî Media 10/7/2016

Roja şemê 9ê Tîrmehê, nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS ê li Almanyayê bajarê Dortmundê xwepêşandanek li dijî kiryarên PYD yên girtina siyasetmedarên Kurd, û binpêkirina mafên mirovan, û qedexekirina karê medyayê û jibo bîranîna Komkujiya Amûdê ya ku çekdarên PYDê li dijî miletê Kurd pêkanî, herweha bîranîna komkujiya Kobanê û şermezarkirina Daişê lidarxist.

Di xwepêşandanê de ji gelek bajarê Almanyayê Kurd beşdar bûn.

serokê ENKSê Ibrahîm Biro amade bû û axaftinek kir têde kiryarên PYD ê bi tundî şermezarkir û doz li wan kir ku hemû girtiyên siyasî serbest berdin, herweha anî ziman ku hêzek bi tenê nikare Kurdistana Sûriyê biparêze lewra divê pêşmergeyên Rojava derbasî xaka welêt bibin.

Herweha Rêzan Şêxmûs jî gotinek da, û Ciwan Welî gotinek bi zimanê Almanî xwend.

13

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button