Break newsNûçeslide

Li Dêrsimê hewldana êrîşa xwekujiyê hat kirin

Yekîtî Media 17/5/2017

Li Bakurê Kurdistanê di navbera rêya navçeya Pulur û bajarê Dêrsimê de li dijî xaleke polîsan êrîşa xwekujiyê hate lidarxistin.

Li gor ajansa nûçeyan a DHAyê, îro li derdora saet 16:30î, kesekî bi wesayîtekê nêzîkî polîsan bûye û bi çekan gulle reşandiye ser wan.

Hat ragihandin, kesê ku li gor îdiayan êrîşeke xwekujiyê dê li dar bixista, li cihê bûyerê hatiye kuştin.

Herwiha Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên ewlehiyê ji bo ku kesê navborî wesayîta xwe bide sekinandin, hişyarî daye lê belê ew kes nesekinî ye û gulle reşandiye ser polîsan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button