Break newsNûçeslide

Li Dêrazorê balafirên Hevpeymanê operasyoneke daketina asmanî pêkanîn

Yekîtî Media 17/4/2017

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Dêrazorê operasyoneke daketina asmanî encam dan.

Li gor jêderên ji nava bajarê Dêrazorê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji curê Apatşî li bajarokê Meyadîn ya li rojhilatê Sûriyê bi dehan ji leşkeran oprasyoneke daketina asmanî li nêzîkî rawestgeha T2 encam dane.

Piştre, leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî berê xwe dane yek ji giringitrîn devera DAIŞ ê, ku ambarên leşkerî yên DAIŞê lê hene, herwiha yek ji girîngtirîn xalên îmdada leşkerî ya DAIŞê ye.

Piştî bidawîhatina operasyona ku 20 xulekan berdewam kir, çekdarên DAIŞ ê dest bi danîna rêbendan kirin .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button