Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Bakurê Kurdistanê êrîşek xwekujî, 11 polîs hatin kuştin  

Yekîtî Media 26/8/2016

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hember Rêveberiya Polîsên Hêza Çewîk bi otomobîlek bombebarkirî êrîşek pêk hat û di encamê de 11 polîs hatin kuştin.

Îro danê sibê di demjimêr 06.40 de, li taxa Konak a Cizîrê, li hember Rêveberiya Polîsên Hêza Çewîk bi otomobîlek bombebarkirî êrîşek pêk hat.

Avahiya rêveberiya polîsan û dikan û xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşê de 11 polîs hatine kuştin, 3 sivîl, 75 polîs, bi giştî 78 kes jî birîndar bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button