Break newsNûçeslide

Li Babê rêxistina Da’iş ê komkujiyek di mafê malbateke kurd e kir

Yekîtî Media 5/7/2016

Li gundewarê Babê roja yekşemê, rêxistina Da’iş ê ya terorêst komkujiyek di mafê sivîlên kurd e kir, di encamê de 4 kes ji xêzanekê hatin kuştin 3 ji wan zarok bûn.

Li gor nûçeyên gihan me ew kesên ji rex Da’iş ê hatin kuştin ew in:

Qemer Liyan 14 sal

Mihemed Liyan 10 sal

Eyhem Liyan 3 sal

Isma’îl Liyan 40 sal

Herweha sê kesên din jî birîndar ketin.

Di dema dawî de rêxistina Daişê 1534 kesên sivîl yên kurd binçav kirine, herweha di herdû rojên borî de hejmara girtiyên kurd gihiştiye 163 kesî piştî ku Daişê êrîşî gundên : Ki’êba, Birc , Bilîxe kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button