Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Agirî şer di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de derket

Yekîtî Media 25/5/2017

Li devera Çiyayê Tendûrekê ya navçeya Bazîda Agirî, di operasyonekê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li devera Çiyayê Tendûrekê ya Bazîda navçeya Agirî li hemberî gerîlayên  PKKê leşkerên Tirkiyê duh piştî nîvro dest bi operasyonê kiribûn.

Di operasyonê de şer di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyê de derket. Di encamê de li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku operasyona li dijî PKKê berdewam e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button