Gotar

Lêkolînek li ser nivîskara kurd : Narîn Omer

• Ibrahîm Ehmed

Narîn Omer , bi du nava ye .
1- Navê nîşankirî ji bav û dayka Narîn , lê dema ku bav diçe wê tomar bike , ez bêjim ew nav li cem desthelatdaran qedexe ye ji ber ku kurdiye naye tomarkirin , ew nav dimine li mal , kolan , gund , bajar , gel bi hemî kesên naskirî re û bi wî navî hatiye naskirin . Navê din yê ku hatiye tomarkirin Helime ye .
Herweha tê naskirin li dibistanê û hemî deverên fermî . Narîn keça Omer Seyfe din e kesekî welat parêz bû . tê zindan kirin ji ber kar xwe yî rêzanî û rêxistinî zû dimire û Narîn sêwî dimîne ji bavê xweda dema ku temenê wê dû salî ye, jiyana xwe berdewam dike û derbasî dibistanê dibe û xwendina xwe ya seretayî bi dawî nebûye, dayîka wê ji diçe dilovaniya xwedê , wê gavê ew bi xwîşka xwe Perîxan û bira ye xwe Adil re û tev Ap û xalên
xwe dimîne.

Sêwîtiya bav û dê dibîne lê di nav refên xwendinê de berdewam dike .
Narin Omer ji Rojava yê kurdistanê ye ji bajarê Dêrika Hemko ye ya ku girêdayî bi parêzgeha Hesekê ve .
xwendina xwe ya seretayî û navendî li Dêrika Hemko bi dawî kirî ye
xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Samê bi dawî kirî ye .
Di Sala 1995 an de
nêzîki sî salî dibe ku karê xwe wek mamote kirî ye li herema Dêrika Hemko . ji salên nodî de ji sed saliya borî de dest bi nivîsandinê kiriye , piraniya berhemên xwe bi zimanên kurdî û erebî belavkirine ; wê helbest , Çîrok , roman , gotar û hwd, nivisandiye.
Narin Omer keçe , jine , helbestvane, xebatkare , rêbere , berpirsyare .

Narin Omer ya nivîskar û helbestvan a kurd ya hêja û delal , ji destpêka zaroktiya xwe de . dest bi karê nivîsandinê kiriye, bi alîkariya xwîşka xwe Perîxan Omer û birayê xwe Adil Omer. piştî wergirtina wê ji bawername ya xwe ji Zanîngeha Şamê beşa wêje yî yê zimanê erebî . Navê wê belav bûye û roleke girîng leyistiye bi taybetî li Rojava û başûrê welêt û hêdî hêdî sînor derbaskirine û qonaxên bilind standiye û ketiye dilê her mirovekî welat parêz û kurd perwer .

Zêdeyî bîst berhemên wê hene. yên sereke evin:
1- Perîxana min.
2- Bêdengî can dide/ dimre.
3- Çîrok bi sê zimanan bi navnîşana «dayîkê”.

Çalakiyên wê yên çandî:

1- Beşdarbûna wê di damezirandina hin girop û tîmên çandî û civakî de.
2- Endame wê di yekîtiya nivîskar û Rojnemevan li Rojava yê kurdistanê.
3-Herweha Narîn endame di kom û tîmên Elmanî de.
4- vexwendina Seyday Tîrêj de sala 2006 an de.
5- Beşdarbûna wê di festîvala helbesta kurdî li Qamislo ya 19 an de di sala 2014 de.

6- Vexwendina Seydayê Cegexwîn (2014, 2017 ) . Piraniya berhemên Narîn Omer tekezî li ser doza kurda kirîya , pisgirêkên jina kurd, Pejirandina jiyana civakî, Penaberî di rewşa kurda de.

Narin Omer hevjîna Ridwan Elî Remo ye sê Zorokên wan hene bi navên:
1-Destan
2- Sazîn
3- Șêrîn
û du nevîyên wan hene, bi navên :
1-Aryam
2- Şaniya .
Ji ber rewsa awarte koçberî penaberiyê dibê û diçe welatê Almaniya û li wir bi ci dibe û dimîne ta roja iro û berdewame di kar û xebata xwe ya çandî de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button