Nûçeslide

Lavrov rexne li biryarek Obama girt

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Derve yê Amerîka, Serguei Lavrov rexne li helwesta nû ya Amerîka derbarê Sûriyê de girt û ragihand ku welatê wî pêşweziya vê hewlestê nake.
Di konfranseke rojnamevanî de ligel wezîrê komara Vîcî, Wezîrê Derve yê Rûsya Serguei Lavrov Derbarê alîkariya ku Serokê Amerîka Barack Obama ji Kongressê ji bo opozisyonê Sûriyê xwestiye axivî û ragihand ku Rûsya pêşwaziya vê biryarê nake lê belê ew nabêje ku Amerîka ev alîkariya ji 500 hezar melyon dolar pêk tê, ji bo grûên terorîst terxankiriye.
Herwiha Serguei Lavrov got: “Em hemû mijaran bi hevkarên xwe yên Amerîkî re gengeşe dikin û ew ji me re tekez dikin ku dê tenê alîkariyên nekujer ji bo grûpên ku xwe ji terorê dûrdixin pêşkêş bikin û em hêvî dikin ku ev yek rast be û ev alîkarî neghêjin destin din.”
Lavrov careke din tekez kir ku ew bang li rejîm û opozisyona Sûriyê dike daku karînên xwe li hember metirsiya terorê bikin yek û got ew dixwaze libîr bîne ku binbirkirina terorê û dûrketina opozisyona Sûriyê ya niştimanî ji grûpên terorîst li gor banga grûpa G8 e, ku beriya salekê ji niha daxwaz li hikûmet û opozisyona Sûriyê kiribû ku ji bo binbirkirina terorê bibin yek.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button